Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn

  • rojane
  • 19:13 18 Hezîran 2024
  • |
img
HATAY - MLKP'î Halîl Aksakal ê di sala 2015'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû bi ser gora xwe hate bîranîn. 
 
MLKP'î Halîl Aksakal ê di sala 2015'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe ya li Harbiyeya navçeya Defneya Hatayê hate bîranîn. Malbata Aksakal, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), SYKP û gelek kes tev li bîranînê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê Naîm Ozbek di bîranînê de axivî. Ozbek anî ziman ku ew ê têkoşîna Aksakal bidomînin. Piştî axaftinan girse qurnefîl danî ser gora Aksakal.