Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 09:42 18 Hezîran 2024
  • |
img
EDENE - Di şewata li daîreyeke li navçeya Sariçamê derket de dayik û zarokê wê jiyana xwe ji dest dan. Sedemê derketina şewatê tê lêkolînkirin. 
 
Li daîreyeke qata duyemîn a apartmaneke li Taxa Sûlûca ya li navçeya Sariçam a Edeneyê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Di şewatê de Meryem El Makrûm (27) û zarokê wê yê 1 salî Mehmet Emîn Bariş jiyana xwe ji dest dan. Di şewatê de hevjînê Makrûm ê bi mehra olî C.B. jî birîndar bû. 
 
Di şewata ku saet dora 02.30’an derket de C.B. û hevjîna wî ya fasî Meryem El Makrûm a bi mehra olî û zarokê wê Mehmet Emîn Bariş asê man. Li ser îxbara cîranên wan tîmên polîsan û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hate diyarkirin ku Meryem El Makrûm û Mehmet Emîn Bariş ên bi xebata tîman hatin derxistin jiyana xwe ji dest dane. 
 
C.B. yê birîndar bûyî jî bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Perwerde û Bajêr a Edeneyê. Piştî xebatên lêkolîna cihê bûyerê cenazeyê dayik û kurê wê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. 
 
Ji bo ku sedemê derketina şewatê bê diyarkirin xebat hatin destpêkirin.