Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 09:37 18 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezayên roja 3’yemîn a betlaneya cejnê çêbûn de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî qezayên trafîkê yên di roja 3’yemîn a betlaneya Cejna Qurbanê çêbûn de li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtalê agahî dan. Li gorî vê di 17’ê hezîranê roja duşemê de ku roja 3’yemîn a betlaneya cejnê ye 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 327 kes jî birîndar bûn. 
 
Di her sê rojên ewil ên betlaneya cejnê de (Şemî, yekşem û duşem) 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 hezar û 43 kes jî birîndar bûn.