Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn

  • rojane
  • 20:02 16 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Oni û Sachkhere yên Gurcistanê li ser hev bi pileyên 4.5 û 4.1'an 2 erdhej çêbûn. 
 
Li Gurcistanê bi navbera 7 deqeyan bi pileyên 4.5 û 4.1'an 2 erdhej çêbûn. Li bajarê Oniyê saet 18.42'an bi pileya 4.5 erdhejek çêbû. Piştî 7 deqeyan saet 18.49'an li bajarê Sachkhereyê bi pileya 4.1'an erdhejekî din çêbû. 
 
Erdhej li bajarên herêma Serhedê jî hatin hîskirin.