Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir

  • rojane
  • 16:51 16 Hezîran 2024
  • |
img
ROJANE***MANŞET 
AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Agiriyê bi boneya cejnê serdana şaredariyan kir. Bakirhan ê di serdanê de axivî, wiha got: “Wêneyê herî baş ê talana qeyûm Giyadîn e. Niha dem dema xebitîna bi şev û roj e.”
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tûncer Bakirhan, di çarçoveya Cejna Qurbanê de serdana şaredariyên li Agiriyê kir. Bakirhan ê Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û parlamentera Agirtiyê Neclsa Demîr jî pê re bûn ewilî serdana Şaredariya Giyadînê kir. Bakirhan û kesê pê re li ber şaredariyê ji aliyê Hevşaredaran Hayat Zorbay û Ednan Dogan ve hatin pêşwazîkirin. Şandeyê pişt re cejna kesên li şaredariyê pîroz kir. 
 
Bakirhan, pişt re derbasî navçeya Avkevir a Agiriyê bû. Bakirhan û şandeya pê re li ber deriyê şaredariyê ji aliyê Hevşaredaran Cemîle Dûman û Mehmet Alî Bûdak ve hatin pêşwazîkirin. Bakirhan ê pişt re derbasî şaredariyê bû, cejna kesên ku ew pêşwazî kirin pîroz kir û demekê bi hevşaredaran re axivî. Şandeyê herî dawî serdana Şaredariya Agiriyê kir û cejna Hevşaredaran Hazal Aras û Memet Akkûş pîroz kirin. 
 
Bakirhan ê di serdanan de axivî, wiha got: “Wêneyê herî baş ê talana qeyûm Gîyadîn e. Şaredarî malên gel in û teminata demokrasiya herêmî ne. Niha dem dema xebitîna bi şev û roj e.”