Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin

  • rojane
  • 18:47 15 Hezîran 2024
  • |
img
ÎDÎR/RIHA –Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Riha û Îdirê serdana şaredariyan kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tuncer Bakirhan serdana Şaredariya Îdirê û Şaredariya Halfeliyê kir. Hevşaredra Nejla Kûm û Mehmet Nûrî Guneş Bakirhan pêşwazî kirin. Bakirhan, sohbet bi hevşaredaran û endamên meclisa şaredariyê re kir û ew pîroz kirin. 
 
Paşê Bakirhan çû serdana Şaredariya Bajarok Halfeliyê kir. Hevşaredar Yaşar Saritaş Bakirhan pêşwazî kir. 
 
Bakirhan di her du serdanan de got: "Şaredariyên me, malên gel in. Niha dem ew dem e ku em li gor feraseta xwe ya rêveberiyên wecihî ya demokratik xizmeta gel bikin." 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî serdana Şaredariya Xelfetî, Pirsûs û Hewagê yên Rihayê kir.
 
Hatîmogûllari ji ji aliyê hevşaredaran û endamên meclisê ve hat pêşwazîkirin. Hatîmogûllariyê di serdanan de bi hevşaredaran û endamên meclisê re sohbet kir û cejna wan pîroz kir.