Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket

  • rojane
  • 18:38 15 Hezîran 2024
  • |
AMED – Fahrettin Ozhanê di Girtîgeha Girtî ya Hejmara 1 a Amedê de dima, piştî 30 salan ji girtîgehê derket. 
 
Fahrettin Ozhan (57) ê di Girtîgeha Girtî ya Hejmara 1 a Amedê de dima, piştî 30 salan ji girtîgehêd erket. Ozhan ê di sala 1994'an de li Stenbolê hat girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebedê lê birîbû, bi dorê li Bayrampaşa, Ümraniye, Bûrsa, Bolû û Amedê di girtîgehê de mabû. 
 
Malbata Ozhan, MED TÛHAD-FED, TÛAY-DER, rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên Sêrtê û navçeyan û Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş Ozhan li ber girtîgehê pêşwazî kirin.