DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî

  • rojane
  • 12:20 15 Hezîran 2024
  • |
img
ENQERE - DEM Partiyê banga rûbirûbûna qirkirinê sûryaniyan kir û got: "Em di 109’emîn salvegera Qirkirina Seyfoyê de êşa gelê suryanî parve dikin."
 
Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê têkildarî Qirkirina Suryaniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de got: "Serdema qetilkirina beşeke mezin ê gelê suryanî ku yek ji gelên qedîm ê Mezopotamyayê ye, bi navê ‘Seyfo’ (şûr) tê bibîranîn. Her wiha 15’ê Hezîrana 1915’an weke destpêka qirkirina gelê Suryanî tê qebûlkirin."
 
Di daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin:
 
"Di destpêka sedsala 20’an de zêdetirî 500 hezar suryanî li ser van xakan hebûn û di encama qirkirin û koçberiyên bi zorê yên ku di sala 1915’an de destpê kirin û heya sala 1924’an berdewam kirin de piraniya nifûsa gelê suryanî hate tunekirin.
 
Piştre li gel zext û polîtîkayên bişaftinê ziman, nasname û çanda gelê suryanî bi tunebûnê re rû bi rû ma.
 
Ji ber van zextan gelek nifûsa suryaniyan neçar man ku berê xwe bidin derveyî welat û di serdema me de nifûsa suryaniyan a li Tirkiyeyê heya 20 hezarî daketiye.
 
Em ji mînakên li seranserê cîhanê dizanin ku şermezarkirina sûcên li dijî mirovahiyê û rûbirûbûna heqîqetê, di warê avakirina aştiya civakê û dabînkirina edaletê de girîngtirîn pêngav in. Hêvî bendewariyên gelê suryanî jî pêkhatina rûbirûbûneke jidil e.
 
Em weke Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê dubare daxwaza gelê suryanî ya rûbirûbûna Qirkirina Seyfoyê bi bîr dixin.
 
Em di 109’emîn salvegera Qirkirina Seyfoyê de êşa gelê suryanî parve dikin û kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî  bi rêzdarî bi bîr tînin."