ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 15 Hezîran 2024
  • |
img
* Welatiyên ku li dijî tayînkirina qeyûm beşdarî mitînga Colemêrgê bûn diyar kirin ku ew amade ne ku bi xwîn û canê xwe hemû fedakariyan bikin û gotin: “Ji bo ku rêzgirtin ji destkeftiyên gel re bigirin heta dawiyê têkoşîn. Polîtîkayên qeyûman li dijî rûmeta mirovahiyê ye." 
 
* Cîhan Alîoglû ku navê Denîz Poyraz li keça xwe kir, diyar kir ku divê navê Denîz li her derê bê zindîkirin û got: "Ji bo neyê jibîrkirin em ê navê wê li zarokên xwe bikin." 
 
* Keça Huda Kaya, Nûrcîhan Rençber ji bo danişîna diya xwe ya ku 7 meh in bi biryareke siyasî di girtîgehê de ya bang kir û got: "Ez bang li hemû kesên ehlê heq û edaletê ne dikim ku piştevaniya ji bo Huda Kaya xurt bikin." 
 
* Welatiyên amedî dan zanîn ku ji ber kirîza aborî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin, ji sûkê destvala vedigerin malê. Dikandaran jî anîn ziman ku gel nikare wekî berê dan û standinê bike û gotin ku ew ji ber vê rewşê bêzar in.  
 
* Li gelek bajaran bi wesîleya Cejna Qurbanê dê serdana goristanan bê kirin. (11.00)
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari dê li Rihayê û Hevserok Tuncer Bakirhan jî li Îdir û Agiriyê serdanên şaredariyên xwe bikin. (11.00-17.00)
 
* Çalakiya Dayikên Şemiyê wê di hefteya 1003'yemîn de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (12.00)
 
* Li Amed û Êlihê, Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" li dar bixin. (12.00)
 
* Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Îzmîr û Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiyên heftane li dar bixin. (13.00)
 
* Ji bo ferdên malbata Şenyaşar ku di komkujiyê de hatibûn qetilkirin dê di salvegera bûyerê de li ser gorên xwe ya li Rihayê bên bibîranîn. (14.00)
 
* Li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dê çalakiyên protestoyê li gelek bajaran berdewam bikin. (19.00)