Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin

  • rojane
  • 16:57 13 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê girtî li dijî xespa vînê peyamek ji mitîngê re şand û wiha got: “Berdelê wê çi bibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin.”
 
Mitînga ku bi tevlibûna deh hezaran li dijî tayînkirina qeyûm a di 3’yê Hezîranê de ya li Şaredariya Colemêrgê hate kirin li bajêr tê lidarxistin didome. Di mitîngê de peyama Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê hate girtin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin hate xwendin. Akiş di peyama xwe de wiha got: “Gelê Colemêrgê yê birûmet, ji bo sekna we ya bibiryarî ya ji bo vîna we bi rêzdarî silav dikim. Berdelê wê çi bibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin.”