Ber bi Colemêrgê ve ketin rê

  • rojane
  • 09:43 13 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - Welatiyên Amed û Êlihê yên dixwazin tev li mitînga Colemêrgê ya li dijî tayînkirina qeyûm tê lidarxistin bibin, bi rê ketin. 
 
Welatiyên Amed û Êlihê yên ku dixwazin tev li mitînga Colemêrgê ya li dijî tayînkirina qeyûm bi pêşengtiya DEM Partiyê tê lidarxistin bibin, bi otobûsan ketin rê. 
 
Welatiyên li navend û 13 navçeyan li pêşiya şaredariyan hatin gel hev, bi dirûşma “Colemêrg a me ye şaredarî ya me ye” û tililiyan hatin oxirkirin. 
 
Girseya li pêşiya Şaredariya Êlihê nobet digirt jî bi dirûşma “Colemêrg a me ye” ber bi Colemêrgê ve ketin rê.