ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 11 Hezîran 2024
  • |
img
* Mehmet û Mahmût Aslan birayên hev in û bi salane girtî ne. Tevî nexweş in jî nayên berdan. Haci Aslan ê ku ji ber çalakiya “azadiyê” agahî ji birayên xwe nagire, got: “Em bibin dengê girtiyan.”
   
* Endamên Koma Jinên Feminîst diyar kirin ku qeyûm di heman demê de destkeftiyên jinan hedef digirin û dan zanîn ku dê sekna xwe ya li dijî polîtîkayên îktîdarê bidomînin. 
 
* Li Stenbolê kesên ku li dijî tayinkirina qeyûm tev li çalakiya nobedê bûn, destnîşan kirin ku desthilat mecbûr e vîna gel esas bigire û ji bo piştevaniyê bang li derdora muxalif kirin. 
 
* Siyasetmedar Lezgîn Botan anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibe sedema krîzên piralî û got: "Çarserkirina van pirsgirêkan bi rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û azadiya wî pêkan e." 
 
* Parêzer Sînem Coşkûn anî ziman ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji sala 2021'ê ve tu girtiyên înfaza xwe temam kirine di wextê xwe de nehatine berdan. 
 
* Siyasetmedarên li Wanê hefteyeke li dijî xespkirina îradeyê nobetê digirin diyar kirin ku qeyûm xizmetê ji gel re nakin û wiha gotin: “Qeyûm, talan û xespkirine.” 
 
* Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrlikûlû nerazîbûn nîşanî israra AKP’ê ya tayînkirina qeyûman da û got: “Hem di siyasetê de bûye partiya duyemîn hem jî radibe polîtîkayên rageşiyê bi rê ve dibe. Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne.” 
 
* Tê payîn ku di danişîna doza cînayeta Tahîr Elçî de ku hemû daxwazên lêkolînkirina delîlan hatibû redkirin dê sibê biryar bê dayîn. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren wiha got: “Dosya ne di asta biryardayînê de ye. Heta ku guman ji holê neyên rakirin biryar nikare were dayîn.”
 
* Danişîna biryarê ya doza der barê kuştina Metin Lokumcu ku 13 polîs jê tên darizandin dê li Dadgeha Trabzonê bê lidarxistin. (09.30)
 
* Danişînên doza rojnamevan Abdurrahman Gok û rojnamevan Sofya Alagaş (Hevşaredara Sêrtê) ku jê tên darizandin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bên lidarxistin. (10.00-12.00) 
 
* Danişîna doza bi îdiaya "muxalefeta meşê kirine" der barê 44 parêzeran de hatiye vekirin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Meşa "Em rê nadin qeyûm" ya li dijî tayînkirinma qeyûmê Şaredariya Colemêrgê hat destpêkirin, dê li navçeya Geverê berdewam bike. (11.00) ZINDÎ
 
* Li gelek bajaran dê têkildarî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê daxuyanî bên dayîn. (12.00-20.00)
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Meclisê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ
 
* Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun dê têkildarî rojnameya Yenî Şafakê ku wan kiribû hedef, li ber avahiya şaredariyê daxuyanî bidin. (13.30)
 
* Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel û Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan dê li Navenda Giştî ya CHP'ê hevdîtinê pêk bînin. (16.00)
 
* Çalakiyên nobedê yên li ber şaredariyên DEM Partiyê li dijî qeyûm hatiye destpêkirin dê berdewam bikin. (17.00)
 
* Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê li Êlihê hevdîtina gel bê lidarxistin. (19.00)