Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin

  • rojane
  • 16:09 10 Hezîran 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Çiyayê Gabar û Çiyayê Cûdî yên li Şirnexê wek “herêma ewlehiya taybet” hatin ragihandin. 
 
Gelek dever ango herêmên li navenda Şirnexê û li navçeyên wê Cizîrê, Basa, Silopiya, Qileban û Elkê wek “herêma ewlehiya taybet” hatin ragihandin. Walîtiyê daxuyand ku dê qedexe heta 23’yê hezîranê bidome. 
 
Hat zanîn ku çiyayê Cûdî û Gabarê jî ketine ber qedexeya ku hatiye ragihandin.