Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!

  • rojane
  • 14:57 2 Hezîran 2024
  • |
img
WAN - Dogan Nûrses ê di serdema qeyûm de li şaredariyê 3 midûrtî dabûnê, piştî hilbijartinê bû Midûrê Perwerdehiyê yê Artêmêtê. 
 
Dogan Nûrses ê li navçeya Artêmêt a Wanê rêveberiya Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê (TUGVA) dikir, ji aliyê qeyûm ve li Şaredariya Rêya Armûşê weke Midûrê Karên Nivîsan, Midûrê Perwerdehî û Çavkaniyên Mirovan û Cîgirê Şaredar hatibû peywîrdakirin. 
 
Piştî ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredarî bi dest xist cihê peywîrê yê Nûrses hate guhertin. Nûrses vê carê weke Midûrê Perwerdehiyê yê Artêmêtê hate peywîrdarkirin.