ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 31 Gulan 2024
  • |
img
* Girtiya bi navê Ayşe Topçû diyar kir ku ew ji bo azaidiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne û banga berfirehkirina têkoşînê li raya giştî kir. 
 
* Cîgira Hevserokatiya Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran ku gazî gelê Periyê kir ku di 2'yê Hezîranê de xwedî li vîna xwe derkeve, got: "Em li dor DEM Partiyê bibin xelek." 
 
* Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê hevdîtin bi girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam re kir, got: "Nikare bi tena serê xwe di nêrdewanan de jî hilkişe. Hevalên wî pêdiviyên wî yên rojane dabîn dikin." 
 
* Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku divê ji bo girtiyên ku cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn tiştek bê kirin û got: "Israrkirina di xala qanûnê ya li dijî hiqûqê de îşkence ye." 
 
* Mûrat Kiliç ku ji malbata wî 5 kes di cinayetên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dan, got: "Kalê min mele bû. Ji ber ku qibleya bazirganên dîn ên sixte qebûl nekir, hat kuştin. Bi van cinayetan re xwestin kurdan bê bîr bihêlin." 
 
* Hevserokê TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Metîn Înce destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e û xwest ku rayagiştî piştgiriyê bide çalakiya malbatên girtiyan. 
 
* Qeyûma Şaredariya Cizîrê bi hinceta “nêrîna neyînî ya çêbûye” ji holê rake di sala 2022’yan de 4 milyon 130 hezar lîre pere daye Dosso Dossî. 
 
* Gundiyên li dijî kana madenê ya li Marûnisê ev 40 roj in li ber xwe didin, xwestin piştevaniya wan were kirin û têkildarî kana madenê, li hêrêmê lêkolîn were kirin. 
 
* Aktîvîsta TJA’yê Besra Îşsever a di komxebata xwendinê ya TJA’yê de cih digire destnîşan kir ku li dijî krîzên piralî yên tên jiyîn, pêdivî bi paradîgma û hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye û nivîskar Firat Can jî wiha got: “Divê fikrên Ocalan bi kolan û civakê re werin cem hev.”
 
* Dema rakirina genim dest pê kir û niha çavê hemû cotkaran li TMO’yê ye ku bihayê erzantirîn ê genim û piştgiriya serê tonê diyar bike. Serokê Komeleya Cotkaran Mîkaîl Erbeyî yê dibêje “Cotkar pêşiya xwe nabînin” bang li hikûmetê kir ku demildest bihayê kêmtirîn ê genim diyar bike. 
 
* Melodî Zengîn a ji bo mitînga ku parazvanên mafên heywanan dê di 2’yê hezîranê de li Qada Gundogdûyê li dar bixin bang kir, wiha got: “Niyeta me nîne ku canên xwe yên li kolanan ji destên bixwîn ên pergalê re bihêlin.”
 
* Danişîna doza Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku bi îdiaya "heqaret li serokkomar kiriye" tê darizandin dê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Mêrsînê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Ekîn Ceren Dogrûak a li Herêma Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de canê xwe ji dest da wê di salvegera 19'emîn de li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka were bibîranîn. (12.30)
 
* Hevşaredarên Navçeya Bajarê Nû dê li Eywana Meclisa Şaredariyê têkildarî kirinên qeyûman civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
 
* Malbatên girtiyan dê li Mêrsînê û Edeneyê bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bîne" li ber avahiyên AKP'ê daxuyanî û çalakiya rûniştinê li dar bixin. (14.00)
 
* Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar dê di roja 118'emîn a nobeda xwe de bi beşdariya rêxistinên hiqûqê li ber Wezareta Dadê daxuyanî bidin. (15.00)
 
* Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê dê di roja 118'emîn de berdewam bike. (15.00-17.30)
 
* Şaredariya Sêrtê bi hevkariya rêxistinên sivîl dê şahiyek li dar bixe. (19.30)