Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine

  • rojane
  • 09:03 30 Gulan 2024
  • |
AMED - Hat hînkirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beriya hilbijartinê bi çend rojan 11 mal û milkên şaredariyê dewrî saziyên fermî kirine. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dest xist, roj bi roj texrîbatên qeyûm aşkere dike. Rêveberiya Şaredariyê ya DEM Partiyê berê daxuyandibû ku qeyûm bi giştî 3 milyar û 345 milyon TL deyn xistiye stuyê şaredariyê û 44 mal û milkên şaredariyê dewrî miftîtî, midûriyeta tenduristiyê, qeymeqamtiya Çinarê û midûriyeta ciwanan û werzîşê hatine kirin. 
 
11 MAL Û MILKÊN DIN JÎ HATINE DEWRKIRIN
 
Derket holê ku qeyûm beriya hilbijartinê 11 mal û milkên şaredariyê yên ji bo wan 290 milyon û 899 hezar û 18 lîre û 35 qurîş hatiye xerckirin dewrî saziyên fermî kiriye. 
 
Deverên hatine dewrkirin ev in: Hawizê olîmpîk ê li navçeya Pasûrê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr; Hêwana Werzîşê ya Gitî ya li navçeya Karazê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr; Hêwana Werzîşê ya Girtî ya li navçeya Bismilê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr; Mala Agahiyan a Çinarê dewrî qeymeqamtiyê; Kampa Ciwanan a Selahaddîn Eyyûbî ya li navçeya Pîranê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Daristanan; hawizê olîmpîk ê li navçeya Bismilê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê; navenda ciwanan a li PAsûrê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr; Hêwana Werzîşê ya Girtî ya li Rezanê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr; Hêwana Werzîşê ya Girtî ya li Gêlê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr û hawizê olîmpîk ê li navçeya Farqînê hat çêkirin dewrî Midûriyeta Ciwanan û Werzîşê ya Bajêr hat kirin. 
 
MA / Berîvan Altan