ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 30 Gulan 2024
  • |
img
* Melîha Çetîn, xwişka Veysî Aktaşê li Îmraliyê dimîne û berdana wî tê astnegkirin wiha got: "Êdî bes e, vê tecrîdê rakin." 
 
* DEM Partî li Hîlwanê ji bo hilbijartina xwecihî ya dê roja yekşemê bê dûbarekirin, zend û bendên xwe bada ye. Wê roja hilbijartinê 843 kes ji bo DEM Partiyê li dibistanan û qadê bixebitin. 
 
* Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Salîh Coşkun destnîşan kir ku çavkaniya pirsgirêkên welat tecrîda girankirî ya 39 meh in li Îmraliyê tê domandin e û wiha got: “Divê lazimiyên biryarên DMME’yê werin pêkanîn.” 
 
* Li Gabarê ji ber kanên madenan, birîna daran û bîrên petrolê qada jiyanê tê tunekirin. Berdevkê Platforma Ekolojiyê Adnan Şenbayram anî ziman ku li cihên li petrolê digerin yek dar tenê jî nema ye û banga têkoşîna hevpar kir. 
 
* Li Rihayê ji ber parvekirineke der barê Roboskiyê de li midûrê dibistanekê doz hat vekirin. 
 
* Hat hînkirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê beriya hilbijartinê bi çend rojan 11 mal û milkên şaredariyê dewrî saziyên fermî kiriye. 
 
* YÎBO'yê ku wekî navendên asîmlasyonê hatin avakirin, bûn mijara xebata bi navê "Amûra Tundî û Asîmlasyonê YÎBO". Ji rêveberiên projeyê Ozgur Unal got: "Li YÛBO'yan nifşeke ku zarokatiya wan ji wan hatiye dizîn heye." 
 
* Li Îzmîrê welatî û dikandarên ku li dijî krîza aboriyê li ber xwe didin wiha gotin: “Em guhertinê dixwazin, divê paqijiyeke bingehîn were kirin. Divê demildest ‘yek zilam’ biçe.”
 
* Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Bîngol û Ozturk Turkdogan ji bo biçin Îmraliyê dê daxwaza hevdîtinê ji Wezareta Dadê bikin. (10.00)
 
* Amûrsaz Yûsûf Akin di operasyona leşkerî ya 20’ê kanûna 2011’an a li Nisêbîn a Mêrdînê de hatibû kuştin û kesek jî hatibû birîndarkirin. Danişîna 6’emîn a dozê dê bê lidarxistin. (10.00)
 
* TJA dê di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” de li gelek bajaran çalakiya xwendina pirtûkan li dar bixe. (11.00-15.00)
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.30)
 
* Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re dê li navçeya Curnê Reş a Rihayê hevdîtina bi gel re bê lidarxistin. (18.30)