Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin

  • rojane
  • 15:26 29 Gulan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li Qoserê B.A. ya 21 salî li mala xwe bi awayek birîndar hat dîtin û ew rakirin nexweşxaneyê. 
 
Li taxa Tamaç a navçeya Qosera Mêrdînê B.A. ya 21 salî îro saetên nîvro li mala xwe bi awayek birîndar hat dîtin. Hat diyarkirin ku hewl daye xwe bikuje û lê malbat pê hesiyaye û tîmên tenduristiyê hatine wê rakirine nexweşxaneyê. Hat îdiakirin ku vê jinê hewl daye întîhar bike. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Hat zanîn ku rewşa jina birîndar giran e û li nexweşxaneyê tedawiya wê didome.