Li Geverê 2 kes hatin girtin

  • rojane
  • 21:21 28 Gulan 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Li Geverê di 26'ê Gulanê de zarok jî di nav de 13 kes di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin, 2 jê hatin girtin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de ji 13 kesên binçavkirî Fûrkan Bartin, Comert Orbay, Engîn Keskîn, Fazil Kaya, Sekvan Çapa û Demhat Kûrt duh êvarê piştî îfadeya li emniyetê serbest hatin berdan. 7 kes îro sewqî dozgeriyê hatin kirin. 
 
Umît Kiliç, Demhat Ertaş, Erkan Atîlgan, Hurşît Terzîoglu û Ubeydullah Sûbaşi bi îdîaya “propgandaya rêxistinê kirine” û endamê rêxistinê ne” li dozgeriyê îfade dan û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Enes Şen û Îsmaîl Balin bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin. 
 
Dadgeriya Cezaya Sulhê der barê Îsmaîl Balin û Enes Şen de biryara girtinê da. Herdu kesên hatin girtin birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê.