Li Salîhliyê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin

  • rojane
  • 11:54 27 Gulan 2024
  • |
img
MANÎSA - Kesê bi navê Aytunç Ç. jina bi navê Nagihan ku hev berda bûn, dayika wê Fatma û birayê wê Îbrahîm Can qetil kir. 
 
Kesê bi navê Aytunç Ç. li navçeya Salîhlî ya Manîsayê jina bi navê Nagihan Can ku hev berda bûn, dayika wê Fatma û birayê wê Îbrahîm Can qetil kir. Li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin veguhestin. Li cihê bûyerê hat tespîtkirin ku Fatma Can li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Nagihan Can û birayê wê Îbrahîm Can ku bi giranî birîndar bûbûn jî rakirin nexweşxaneyê. Her du xwişk û birayan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Kujer Aytunç Ç. hate binçavkirin.