Li Mêrsînê rêzeqeza çêbûn: 10 kes mirin 30 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 21:35 26 Gulan 2024
  • |
img
MÊRSÎN - Di rêzeqezaya li ser Rêya Edene û Mêrsînê çêbû de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn. 
 
Li ser Rêya Tarsûs-Edene-Dîlokê (TAG) li herêma Yenîceyê ji ber mija zêde û şemitînê rezeqezayeke ku otobusek û gelek wesayît tev li bûn çêbû. Piştî qezayê beşeke rê hate girtin û tîmên agirkujiyê û ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. 
 
Waliyê Mêrsînê Alî Hamza Pehlîvan ê têkildarî qezayê daxuyanî da, ragihand ku li gorî tespîtên ewil 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne. 
 
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.