ROJEVA 26’Ê GULANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 26 Gulan 2024
  • |
img
* Welatiyên ku li herêma Marînûsê li dijî madenan di çalakiyê de ne, gotin: "Em pere û îş naxwazin. Em dixwazin maden bê girtin." 
 
* Parêzer Vedat Ece diyar kir ku dewlet di nava girtiyên nexweş de cihêkariyê dike û got: "Abdûllah Kuday daket 41 kîloyan û tenê bêhnê distîne. Tevî vê jî ger girtiyên nexweş neyên berdan, wê çaxê mirov nikare behsa edaleta dewletê bike." 
 
* Waniyan ku gotin "Êdî em nikarin kîloyek firingî jî bistînin" û bal kişandin ser krîza aborî, destnîşan kirin ku heya hikûmeta AKP'ê neçe û meseleya kurd neyê çareserkirin wê aborî baş nebe." 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê tev li bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê bibe. (10.04) ZINDÎ
 
* Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Curnê Reş a Rihayê û bajarokê Periyê yê Dêrsimê dê bidomin. (11.00)
 
* Cenazeyê girtiyê nexweş Ergun Akdogan dê li navçeya Xozatê ya Dêrsimê bê definkirin. (12.00)
 
* TJA dê li Navenda Çanda Mezopotamyayê ya li Beyoglû ya Stenbolê bi sernavê “Li dijî pirsgirêkên civakî divê çê were kirin” atolyeyê li dar bixe. (13.00)
 
* Xizmên girtiyan dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00) ZINDÎ
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00)