Li Mêrdînê faîlê tecawizê hate girtin

  • rojane
  • 09:29 25 Gulan 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Faîl Îbrahîm Atûg ku zaroka 16 salî tecawiz kiribû, hate girtin. 

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê zarokeke 16 salî di 23’yê Gulanê de hate tecawizkirin. Îbrahîm Atûg ê piştî îfadeya zarokê hatibû binçavkirin piştî îfadeya midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hate kirin. Îbrahîm A. piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar hate kirin. Îbrahîm Atûg li dadgeha ku îfadeya wî hate wergirtin ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf a zarokê” hate girtin û şandin girtîgehê.