ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 25 Gulan 2024
  • |
img

* Tecrîda mutleq ya li Îmraliyê ket meha 39'an. 551 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin kirin, bê encam man. 

* Rojnameger Amed Dîcle der barê hilbijartinên Herêma Federal a Kurdistanê de axivî û diyar kir ku ji ber polîtîkayên PDK’ê Herêma Kurdistanê di bin xeteriya parçebûnê de ye.
 
* Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê berdewam dike. Xebatkarên standên şaredariyan anîn ziman ku ji bo ku ew piştî qeyûman dîsa bi şaredariyên xwe re hatine cem hev û ji ber vê yekê gelekî kêfxweş in.   
 
* Bayram Guvener, 64 sal in bi nebatên ku li çiyayan top dike, debara xwe dike. 
 
* Der barê endama Koordînasyiona Jina Ciwan a DEM Partiyê Senem Erîş de ku li Girtîgeha Jinan a DEM Partiyê rastî lêgerîna tazî hat û ji ber çûna qawîşa edliyan qebûl nekiriye bi erdê ve hatiye kişandin, 2 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin. 
 
* Namzeta Hevşaredariya Periyê Naciye Aslan got: "Em ê şaredariya xwe ya bi rêyên antîdemokratîk ji mes stendin û ew xesp kirin, di 2'yê Hezîranê de car din bi dest bixin. Em ê projeyên nû li projeyên xwe yên nîvcomayî zêde bikin û ji bo gel bixebitin." 
 
* Parêzerê girtî Sever Yildirim ku çavên wê ji sedî 85 nabînin û bi hinceta "wê bi berçavkê neyê naskirin" daxwaza wê ya berçavkê hat redkirin, ji bo peydakirina wesayîtên ji bo astengdaran hatine hilberandin serlêdan kir. 
 
* Nivîskar Rênas Jiyan bal kişand ser hest, huner û hilberînê û anî ziman ku di berhemekî hunerî de peywira hestan pir e û wiha got: “Hebûna hestan ne bes e, dirûvandina hestan jî hewce ye.”
 
* Aynûr Ayşîn dibêje herî dawî dema bavê wê binçav dikin dibîne û 30 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse û Remziye Bayram jî 28 sal in li lawê xwe digere. 
 
* Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê dê serdana Şaredariya Dêrsimê bikin. (10.00) 
 
* Lijneya Giştî ya Hewldana 78’an dê li Eywana Konferansa Şaredariya Wêranşarê pêk were. (10.00 -18.30) 
 
* Li Erdîşa Wanê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dê bi dirûşmeya “Her dem kurdî her der kurdî” mitîng were lidarxistin. (11.00 - ZINDÎ) 
 
* Bi boneya Hefteya Windayan û çalakiyên ku malbatên windakiriyan dane destpêkirin dê li gelek bajaran aktîvîte û çalakî bên lidarxistin. (12.00-19.00)
 
* Dayikên Şemiyê, di hefteya 1000’emîn a çalakiya xwe de di serî de partiyên siyasî bi tevlibûna her beşên civakê dê li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê pêk bîne. (ZINDÎ/12.00) 
 
* Navenda Hafizayê ya Komkujiya Madimakê dê li Şaxa Odeya Avahîsazan a Îzmîrê navenda hafizayê pêşkeş bike û belgefîlm nîşan bide. (12.00) 
 
* DEM Partî dê li Bajarokê Perî û Curnê Reş xebatên hilbijartinê yên ku dê di 2’yê hezîranê de bên nûkirin bidomîne. (12.00-19.00) 
 
* Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê dê çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo girtiyên nexweş li dar dixe dê li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê pêk bîne. (13.30)
 
* Di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê li navçeya Pîranê jin li hev bicivin. (14.00) 
 
* Di çarçoveya Rojên Fîlmê yên Ekolojîk de dê li Şanoya Bajêr a Amedê û li Zarok Ma’yê fîlm werin nîşandan. (14.00-20.00)