Hevserokên DAD’ê serdana Yenî Yaşamê kirin

  • rojane
  • 16:43 24 Gulan 2024
  • |
img
STENBOL - Hevserokê Giştî yên DAD’ê Kadriye Dogan û Zeynel Kete serdana rojnameya Yenî Yaşamê kirin û piştevaniya xwe anîn ziman. 
 
Hevserokê Giştî yên Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan û Zeynel Kete û endamên komeleyê serdana rojnameya Yenî Yaşamê kirin. Xebatkarên rojnameyê şande pêşwazî kirin. Di serdanê de geşedanên aktûel hatin axivîn û şandeya DAD’ê peyama piştevaniya bi Çapemeniya Azad re da. 
 
Hevserokê DAD’ê Zeynel Kete salvegera 6’emîn a Yenî Yaşamê ku di 2’yê hezîrana 2018’an de dest bi weşana xwe kir pîroz kir û xwest di 2’yê hezîranê de her kes piştevaniyê bide şahiya salvegera rojnameyê ku dê li Stenbolê bê lidarxistin. 
 
Kadriye Dogan jî li ser xebatên DAD’ê axivî û agahiyan da. Dogan ji bo şahiya salvegera 6’emîn a rojnameyê banga beşdariyê kir.