ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'YAN

  • rojane
  • 09:00 24 Gulan 2024
  • |
img
* Welatiyan diyar kir ku divê her kes nerazîbûna xwe nîşanî tecrîda li Îmraliyê bide û gotin: “Divê em her tim li dijî tecrîdê mafên xwe demokratîk bikar bînin.” 
 
* Li Êlihê cotkarên ku seravaniyê dikin, anîn ziman ku lêçûnên wan zêde dibin, lê dahata wan wekî xwe dimîne. 
 
* Li Colemêrgê xizmên girtiyan xwestin ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û fikarên wan ên der barê girtiyan de ji holê bên rakirin.
 
* Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan destnîşan kir ku 38 meh in tu agahiyê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nagirin û got: "Girava Îmraliyê kirine navenda bêhiqûqîtiyan. Çi dikeve ser milê kê divê bike." 
 
* Rêwîtiya koçerên Sêrtê ya ber bi zozanên hênik ve didome. 
 
* Dilxwaza EŞÎK'ê Ozlem Kaplan îşaret bi "Plana Çalakiyê ya Parastin û Bihêzkirina Malbatê" ya AKP'ê kir û got: "Belgeya ku danîne ber me, ew plan e komek dest deyne ser jiyana jinan. Êdî lukseke me ya ku em meseleyê parçe bi parçe gengeşe bikin tune ye."
 
* Îkbal Eren diyar kir ku di hefteya hezaremîn de daxwaza wan ew e ku goreke bi qurnefîlan hatiye xemilandin dixwazin û wiha got: “Heke ev welat ji tarîtiyê derkeve ronahiyê, ev yek dê li Qada Galatasarayê pêk bê.” 
 
* DEM Partî dê li navçeya Hîlwanê ya Rihayê û Bajaroka Perî ya Dêrsimê xebatên hilbijartina xwecihî bidomîne. (13.00-18.00)
 
* Malbatên girtiyan dê li gelek bajaran bi daxwaza "Dawî li tecrîdê bînin" daxuyanî bidin. (14.00)
 
* Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar dê li Enqereyê berdewam bike. (15.00-17.30)
 
* Rojên Belgefilmên Ekolojîk ên Gerok dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê dest pê bike. (18.00)
 
* Şaxa ÎHD'a Amedê û Navenda Hafizayê dê di çarçoveya Hefteya Windayan de li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê belgefilma "Dargeçît (Kerboran)" ku behsa windayan dike, nîşan bide. (19.00)