Li Periyê mal bi mal xebatên hilbijartinê tên meşandin

  • rojane
  • 16:49 23 Gulan 2024
  • |
img
DÊRSIM - DEM Partî ji bo hilbijartina Bajarokê Periyê ku dê di 2’yê hezîranê de bê dubarekirin, mal bi mal xebatên hilbijartinê dimeşîne. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartina Şaredariya Bajaroka Periyê ya navçeya Mazgêrt a Dêrsimê ku dê di 2’yê hezîranê de bê dubarekirin, xebatên xwe didomîne. DEM Partiyê îro xebatên xwe li gundê Sorekê domand. Namzetên hevşaredariyê Nacie Aslan û Orhan Çelebî bi şêniyên gund re civiyan. 
 
Namzetên hevşaredaryê li pirsgirêk û daxwazên gel guhdarî krin. Welatiyan soza piştevaniyê dan partiyiyan.