Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir

  • rojane
  • 10:41 22 Gulan 2024
  • |
img

AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo fîlmê danasînê yê “Awazê senfonîk ê Amedê bijî û îmajê” ku 5 deqîqe ye, 4 milyon lîre pere xerc kir. 

 
Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Îhsan Su sala par ji bo vîdeoya danasînê ya 5 deqîqeyan 4 milyon lîre pere xerc kiriye. Rêveberiya qeyûm, di sala 2023’yan de ji bo fîlmê danasînê yê “Awazê senfonîk ê Amedê bijî û îmajê”, bi rêya temînkirina yekser bi Şîrketa Metraj Fîlm, Fîlm Reklam, Produksiyonê re lihev kir. Di peyamana navbera Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî û şîrketa behsa xeberê de hatiye îmzekirin de ji bo fîlmê danasînê yê ji 5 deqeyan pêk tê 4 milyon lîre biha hate diyarkirin. 
 
LÊÇÛN
 
Di peymanê de hat destnîşankirin ku ji bo kêşanên Orkestraya Senfoniyê ya 2 rojan, 50 jê li Stenbolê û 200 jê li Amedê bi giştî 250 hêwirîn, bilêtên balafirê yên rêza 4’emîn a Almanya-Tirkiyeyê, 16 bilêtên asayî yên Almanya-Tirkiyeyê, 250 bilêtên balafirê yên li welat, ji bo transferên li welat mînîbûsa vip a ji bo 12 rojan û organîzasyona xwarinê ya hezar daran weke lêçûn hatin nîşandan. 
 
Fîlmê danasînê bi lasnmanên ku qeyûm Alî Îhsan Su jî tê de cih digire hatin danasnîn. Pereyê behsa xeberê di nava 2 mehan de weke 3 taksîdan hate dayîn. 
 
Rêveberiya qeyûm, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dest xist, 3 milyar û 345 milyon TL’an xistiye bin deyn. 
 
MA / Mujdat Can