Li Rihayê bi ser malan de hate girtin

  • rojane
  • 10:25 22 Gulan 2024
  • |
img
RIHA - Di serdegirtinên malan ên li Rihayê de 5 ciwan hatin binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de li Rihayê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de ciwanên bi navên Abdullah Sarisu, Veysel Say, Mizgîn Çîfçî, Azad Koç û Abdulsemîh Guç hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ciwan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê. 
 
Hat diyarkirin ku Çîftçî di serdegirtina malê de hatiye derbkirin.