Serlêdana ji bo berdana Veysî Aktaş hat redkirin

  • rojane
  • 10:00 22 Gulan 2024
  • |
img
STENBOL - Serlêdana îtirazê ya i bo taloqkirina berdana Veysî Aktaşê li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, hat redkirin. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ne, 38 meh in tu agahî nayê girtin. Hevdîtinên parêzeran û malbatan jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. 
 
Veysî Aktaş ê ku li Îmraliyê tê girtin, di 28'ê Nîsanê de înfaza cezayê xwe temam kir. Lê belê berdana Aktaş bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve salekê hat taloqkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, li dijî vê biryarê serî li Dadgeriya Înfazê ya 3'yan a Bûrsayê da. Dadgeriyê, di 2'yê Gulanê de serlêdanê red kir. 
 
Herî dawî parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Bûrsayê da. Dadgehê jî serlêdana parêzeran red kir. Biryar di 10'ê Gulanê de teqez bû.
 
Hat hînkirin ku parêzer wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin. 
 
MA / Îbrahîm Irmak