Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 09:51 21 Gulan 2024
  • |
img
AFYON - Li navçeya Sandikliyê otobusa û kamyonetek li hev ketin û 3 jê giranî, 17 kes birîndar bûn. 
 
Li nêzî gundê Başagaç ê ser riya Afyon û Antalyayê otobusa ajokar Okan Ozturk û kamyenetekî ajokarê wê nehatiye hînbûn li hev ketin. Li gorî agahiyên ewil ên qezayê 3 jê bi giranî, 17 kes birîndar bûn. Bi agahîdayînê gelek tîmên agirkujî, tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar piştî mudaxileya ewil a tîmên tenduristiyê, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Sandikli û nexweşxaneyên cuda yên li Afyonê hatin kiirin. 
 
Têkildarî qezayê lêkolîn hate destpêkirin.