ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 21 Gulan 2024
  • |
img
* Hevserokê MED TUHAD FED’ê Kerem Canpolat diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wê hevdîtinên ku hemû aliyan bigire nav xwe pêk bînin û got: “Em ê bi civaka Tirkiyeyê re bên cem hev û em ê bêjin ku muhatabê çareseriya pirsgirêka kurd birêz Ocalan e.”  
 
* Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever ku diyar kir ku wê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomînin got: "Ger armanc areseriyê pirsgirêka kurd be, destpêkê divê dewletên Ewropayê û Konseya Ewropayê têkevin dewrê û li dijî van bêhiqûqîtiyan helwestê nîşan bidin." 
 
* 210 roj in tu agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin. Hevalê wî yê rojnamevan Araz Îbrahîm diyar kir ku PDK dixwaze bi vê şêwazê dengê heqîqetê bide bêdengkirin û got: "Çapemeniya azad dê teslimî PDK’ê nebe. Cihê şermê ye ku li Kurdistanê rojanemegerekî kurd ji aliyê hêzeke kurd ve bê revandin." 
 
* Di 8 rojên dawî de tevî hemû serlêdanên hiqûqî jî 4 jin hatin qetilkirin. Parêzer Halîse Dakali bilêv kir ku pergal li terefê mêran e û ji bo çareyê jî îşaret bi têkoşîneke li ser esasê xweparastinê kir. 
 
* Hatîce Onaran anî ziman ku desthilat di hêla berdana girtiyên nexweş de cihêkariyê dike û got: “Desthilat bi hiqûqa dijminatiyê bersiva hemû kesên serî netewînin dide.” 
 
* Danişîna biryarê ya doza derbarê kuştina Recep Hantaş de dê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê bê li darxistin. (09.00-17-00)
 
* Danişîna duyemîn a doza bi îdiaya "heqaret li serokkomar kiriye" der barê hunermend Alî Baran de hatibû vekirin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (11.00)
 
* DEM Partî dê li Meclisê komcivîna xwe li dar bixe. (12.45)
 
* Serdanên ji bo siyasetmedar Gultan Kişanak, Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel ên ji Doza Kobanê hatin berdan dê li avahiya DEM Partiya Amedê berdewam bikin. (11.00-13.30)
 
* DEM Partî dê li navçeya Curnê Reş û bajaroka Periyê ya Dêrsimê ku hilbijartin lê bên dubarekirin dê xebatên xwe bidomîne. (13.00-18.00)
 
* Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar dê li Enqereyê berdewam bike. (15.00-17.30)
 
* Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê li Dêrsimê Tûrnuvaya Furbolê ya Gulistan Dokû bide destpêkirin.