ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 20 Gulan 2024
  • |
img
 
* Di rojên dawî de li dijî kurdan û muxalîfan operasyonên binçavkirinê zêde bûn. Di 1’ê Gulanê de herî kêm 372 kes hatin binçavkirin, 108 kes hatin girtin û 2 kes jî bi cezayê hefsa malê hatin cezakirin. Ji bo binçavkirinan jî protestoyên li dijî xexpkirina îradeyê ya li Wanê û pîrozbahiyên 1’ê Gulanê wek hincet hatin nîşandan. 
 
* Serokê Komeleya Motokuryeyên Kedkar Mehmet Tîmûrtaş destnîşan kir ku hêj jî motokuryetî wek pîşeyekî xwedî pênase nîn e û xwest motokuryetî wek “karên bi talukeya mezin” were naskirin. 
 
* Hevserokê Şaxa SES’a Şîşliyê Bilal Denîz destnîşan kir ku sedema têkçûna pergala tenduristiyê rêveberiya nexweşxaneyê ya tayînkirî ye û wiha got: “Divê xebatkarên tenduristiyê bibin endamên sendîkayên rast û dengên xwe derbixin.” 
 
* Siyasetmedar Ayla Akat Ata, Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel ku ji Doza Kobanê tehliye bûn, dê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê serdanan qebûl bikin. (11.00-13.30)
 
* DEM Partî dê li navçeya Curnê Reş ku biryara dubarekirina hilbijartinê hatibû dayîn daxuyaniyê bide. (11.20) ZINDÎ
 
* Li pêşiya edliyeyên Îzmîr û Enqereyê dê têkildarî Doza Kobanê daxuyanî bên dayîn. (12.30-13.30)
 
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê têkildarî mijarên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (13.30) ZINDΠ
 
* Xizmên girtiyan dê li Amed, Îzmîr, Edene û Mêrsînê di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya girtîgehan daxuyaniyê bidin. (14.00)
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê biçin Girtîgeha Edîrneyê serdana Selahattîn Demîrtaş û piştre jî li pêşiya girtîgehê daxuyaniyê bidin. (15.00) ZINDÎ
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.30)
 
* Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê di 106’emîn meha Komkuiya Pirsûsê de bi daxwaza “Ji bo 33 rêwiyên xeyalan edalet” li ser Cadeya Halîtaga ya Kadikoyê çalakiyê li dar bixe. (19.00)