ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin

  • rojane
  • 20:17 19 Gulan 2024
  • |
img

ENQERE - ANKA-DER di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî konser hat lidarxistin û peyama domandina têkoşîna ziman hate dayîn. 

 
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de konser û çalakiya xwendina helbestan li dar xist. Çalakiya li Eywana Dawetê ya Vedat Dalokay a li Parka Kûrtûlûşê hatiye li dar xistin, bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Di destpêka bernameyê de daxuyanî hate xwendin û ev tişt hatin gotin: “Zimanê kurdî qedîm û dewlemend e. Çavkaniya gelek civak û çandan e. Kurdî hebûn, cewher, rûmet û yektiya kurdan e. Heman deme de çavkaniya neteweya kurd e. Gelê kurd ji bo zimanê xwe biparêze û pêş bixe berdelên giran daye. Îro jî jinên kurd û dayik bênavber pêşengiya têkoşîna ziman dikin.”  
 
EM Ê TECRÎDA SER ZIMAN RAKIN
 
Dij daxuaniyê de hat diyarkirin ku armanca kampanyaya “Her dem kurdî, her der kurdî” rakirina tecrîda ser ziman e û ev tişt hatin gotin: “Tecrîda ser zimanê kurdî jî wekî tecrîda ser birêz Ocalan, wekî tecrîda ser tevahiya civakê ye. Em jî dê li her dereke dê serhildana zimanê kurdî xurt bikin û dê li ser her dereke renge zimanê kurdî belav bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê sertîfîkayên kesên îsal ji kursên kurdî bi serkeftî derbas bûne hatin dayîn. Pê re helbest hatin xwendin û Dengbêj Îbrahîm Unlu klamên xwe strandin.  
 
Çalakî bi konsera Kasim Taşdogan re dom kir. Kesên tev li konserê bûne li gel muzîkê govend gerandin.