‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn

  • rojane
  • 14:40 19 Gulan 2024
  • |
img
EDENE - “Şehîdên Meha Gulanê” di salvegera wefata xwe de li Edeneyê hatin bibîranîn. 
 
Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyên dermirovî di 17’ê gulana 1982’yan de xwe şewitandin, li Edeneyê hatin bibîranîn. Bîranîn, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê hatin bibîranîn û gelek kes tev li bûn. Di bîranînê de sînevîzyoneke ku “Şehîdên Gulanê” vedibêje hate pêşandan. 
 
Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Mûstafa Yildiz di bîranînê de axivî û got ku kesên jiyana xwe ji dest dayîn rêya wan ronî dikin û da zanîn ku dê têkoşîna wan bidomînin.