ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 19 Gulan 2024
  • |
img
* Helbestvan Berken Bereh destnîşan kir ku divê hemû zimanên di hedefa serdestan de bên parastin û got: "Hemû kesên dixwazin gelê xwe biparêzin pêşî divê zimanê xwe biparêzin." 
 
* Naîf Îşçî yê di 14 saliya xwe d eli Cizîrê hat girtin, ji ber "poşmanîtiyê" qebûl nekir, berdana wî cara 4'an hat taloqkirin. Dayik Nebahat Îşçî got: "Ma kurê min çi kiriye ku poşman bibe?"
 
* Serokê Baroya Sêrtê Mûhammed Alptekîn ku bertek nîşanî biryara Doza Kobanê da, diyar kir ku divê doz bê xerakirin û Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî anî ziman ku dozê veguheriye amûreke cezakirinê ya kolektîf. 
 
* Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li navçeya Periyê dê bidomin. (10.00-17.00)
 
* Li Amed û Enqereyê dê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî çalakî bên lidarxistin. (13.30-19.30)
 
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê biçin serdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û piştre daxuyaniyê bidin. (14.00) ZINDÎ
 
* Xizmên girtiyan ên li Stenbolê dê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixin. (14.00)