Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn

  • rojane
  • 11:44 18 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama topbarana  li dijî gundên Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn. 
 
Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê gundên Til Mediq, Semûqa, Til Cican û Sedayê yên Kantona Şehbayê topbaran kirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di encama êrişê de zarokên bi navên F.X.Î.(13) û M.F.Î. (14) birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa F.X.Î giran e.  
 
Her wiha gundên Toxar û Çatê yên Minbicê jî hatin bombebarankirin. Di encama topbaranê de herî kêm 20 topên hewanê li gundên navborî ketin.