ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 18 Gulan 2024
  • |
img
 
* Birîndar Gîzîcî yê DEM Partiyî li Bazîdê di binçavan de rastî îşkenceye bipense hatibû. Di îdianameyê de beyanên wî cih negirtin. 
 
* Muhsîn Beydoganê ku 18 sal in mêşvaniyê dike, anî ziman ku ji ber bihabûna amûran û ji ber "ewlehiyê" ku nikaribin biçin zozanan, êdî hatine asta ku nikaribin bixebitin. 
 
* Ahmet Farûk Unsal ku cezayê di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hat birîn nirxand, got: "Ger armanca wan û tolhilanîna DAIŞ'ê hebe, ev hewldaneke bêhûde ye. Ji lew re DAIŞ, li hêla têkûçûyînê ya cîhanê cih girt û tevgera kurd jî li hêla rast cih girt." 
 
* Nesrîn Nas destnîşan kir ku biryara di Doza Kobanê de hatiye dayîn biryareke siyasî ye û got: "Ev biryar ji bo siberoja Tirkiyeyê biryareke hêvîşikestinê ye." 
 
* DEM Partî dê li Perî ya Dêrsimê û Curnê Reş a Rihayê xebatên hilbijartinê bike. (10.00-17.00)
 
* Têkildarî biryarên Doza Kobanê dê li Amed, Edene û Stenbolê daxuyaniyên girseyî bên dayîn. (16.00-18.00) ZINDÎ
 
* Li Enqere û Stenbolê dê têkildarî girtiyên nexweş daxuyanî bê dayîn. (13.00) 
 
* Şaxa Egîtîm Sen a Wanê dê “Sempozyûma Zimanê Kurdî” li dar bixe. (11.00)
 
* Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê dê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” bê lidarxistin. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 993’yan de li Qada Galatasarayê bên gel hev. (12.00)