Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin

  • rojane
  • 16:30 17 Gulan 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji 11 kesên ku di 15’ê gulanê de hatibûn binçavkirin 6 hatin girtin û 5 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
Li navenda Colemêrgê jî sibeya 15’ê gulanê polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girtibûn. Di serdegirtinan de Alî Sonmez, Ûmût Tan, Haci Sonmez, Seyîthan Dûrgûn, Baran Demhat Bîlîcanîoglû, Hasan Akar, Hatîp Aksaç, Mûharrem Ozbek û Buşra Tûran, Çetîn Pala û Rojîn Esîn bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” , “parvekirinên medyaya dîjîtal” û “Tevî ku ne endamên rêxistinê ne li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin binçavkirin. 
 
Welatî piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan û qereqolê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 11 kesên ku li dozgeriyê îfadeya wan hatin wergirtin bi şertê kontrola edlî hatin berdan û her şeşên din jî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Colemêrgê hatin kirin. Dadgehê ji welatiyan Hatîp Aksaç, Hasan Akar, Mûharrem Ozbek, Seyîthan Dûrgûn û Baran Demhat Bîlîcanoglû bi heman hincetan girtin. 
 
Her 6 kesên hatin girtin sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê hatin kirin. Di nava 10 rojan de di du operasyonên cuda yên li Colemêrgê bi komî 14 kes hatin girtin.