DEM Partiyê ji hilbijêrên Curnê Reş re name şand: Em ê vîna xwe biparêzin

  • rojane
  • 13:36 17 Gulan 2024
  • |
img

RIHA - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan nameyek ji hilbijêrên Curnê Reş ku dê hilbijartin dîsa lê bê kirin û wiha got: “Em ê bi hev re di 2’yê hezîranê de govenda serkeftinê bigerînin.”

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ji 6 hezar û 445 navnîşanên Curnê reş a dê hilbijartin dîsa lê bê kirin re nameyên kurdî û tirkî şandin. 
 
Di nameya bi îmzeya Hatîmogûllari û Bakirhan hatiye şandin de wiha hate gotin: 
 
“Birêz Hemwelatî, 
 
Em di hilbijartina 31’ê Adarê de digel hemû zext û zordarî û dek û dolaban xwedî li îradeya xwe derketin. Lê belê kesên ku tehemûlî îradeya gel nekirin encamên hilbijartinê qebûl nekirin û sindoqên rayan şewitandin. Bi vî awayî li ser îradeya me dek û dolab gerandin. Em ê vê lîstika qirêj xera bikin. Em ê di hilbijartina dubare ya 2’yê Hezîranê de îradeya xwe biparêzin. Roj roja me ye ku em li dijî wan kesên ku bi zor û zordariyê dixwazin îradeya me xesb bikin, xwedî li rayên xwe derkevin. 
 
Çi rayên xwe dabin DEM Partiyê, çi jî nedabin, nasname, bawerî û bîrdoziya we çi be bila be; em soz didin ku em ê ji bo her kesî xizmet bikin. Em ê layiqî Curnê Reşê (Hîlwanê) bibin û ji gelê xwe re xizmeta herî baş bikin. Em ê şaredariya xwe bistînin û tev bi hev re bi rê ve bibin. Curnê Reş ya me ye. Niha em ê ya xwe ji wan bistînin û li dijî kûmpasan ji berê zêdetir li îradeya xwe xwedî derkevin. Em dizanin ku gelê Curnê Reşê dê di 2’yê Hezîranê de biçe ser sindoqan û îradeya xwe biparêze.
 
Gelê me yê ku hilbijêrên Curnê Reşê ne lê ne li Curnê Reşê ne bila xwe bigihînin me, em ê wan bibin ser sindoqên wan. Em ji Curnê Reşê hînî berxwedan, xîret, bawerî ûwêrekiyê bûn. Em ê tev bi hev re di 2’yê Hezîranê de govenda serkeftinê bigerînin. 
 
Bi rêzdarî û bi hezkirin.”
 
ÇI QEWIMÎBÛ?
 
Di 31'ê Adarê de namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl bi 521 dengan bi ser ketibûn. Lê êvara hilbijartinê rayên du sindoqan ji aliyê biraziyê namzetê AKP'ê Alî Aslan Bayik, Mustafa Bayik û 50 kesên pê re hatibûn şewitandin. Piştî vê AKP'iyan îtiraz kir û Lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî biryara nûkirina hilbijartinê dabû. Hilbijartin wê di 2'yê Hezîranê de cardin bê lidarxistin.