Şîna Aşkan bi girseyî hate ziyaretkirin

  • rojane
  • 13:17 17 Gulan 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Li Silopiyayê şîna endamê HPG’ê Serkan Aşkan bi girseyî hate ziyarekirin.
 
Li navçeya Silopiya Şirnexê bi pêşêngiya Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi girseyî çû serdana şîna endamê HPG’ê Serkan Aşkan (Rûstem Cudî) ê ku di sala 2021’an de li Xakurkê di pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest dabû. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên DEM Partiyê yê navend û navçeyan, aktivîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aşitiyê û gelek kes tev li şînê bûn. 
 
Di serdanê de hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gûngen axivî. Gûngen, diyar kir ku di vê pêvajoya şer de tişta pêwîst aştî ye û got ku ji bo ku bila êdi ciwan neyên qetilkirin, û anî ziman ku divê tekoşineke mezintir bê dayin.
 
Piştî axiftinan dia hatin xwendin û ji malbatê re sersaxî hate xwestin.