Ji bo bavê AKP’iyê 2 kes kuştibû efûya Erdogan!

  • rojane
  • 11:10 17 Gulan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayê bavê şaredarê AKP’î ku 2 mişahidên Partiya Saadetê kuştibû, bi biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hate betalkirin. 
 
Di hilbijartinên rêveberên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de bavê Şaredarê Şîro ya Meletiyê Mîkaîl Suluk ê bi navê Haci Suluk ê 67 salî, 2 mişahidên Partiya Saadetê kuştibû. Cezayê Suluk bi biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hate betalkirin. Rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ên “nexweşiyên domdar” û “Pîratî” weke hinceta biryarê hatin nîşandan. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Bûyer di roja hilbijartinê d eli Taxa Bolunmez a navçeya Şîro ya Meletiyê qewimî. Hevjînên kal dema xwestin bi hev re bikevin kabîna dengdayînê nîqaş derket û piştre jî veguherî şer. Di êrişa çekdarî de mihaidên Partiya Saadetê Hasan Aktaş û Îlyas Aktaş hatibûn kuştin.