Yilmaz Yavûz piştî 30 salên girtî hate berdan

  • rojane
  • 13:57 16 Gulan 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Yavûz Yilmaz ê di gelek girtîgehên Tirkiyeyê de 30 salan hatiye ragirtin, ji Girtîgaha Şakran a Îzmîrê hate berdan. 
 
Yavûz Yilmaz (49) ê di gelek girtîgehên Tirkiyeyê de 30 salan hatiye ragirtin piştî ku înfaza xwe temam kir, ji Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hate berdan. Yavûz ê 13 salên dawî di Girtîgeha Şakranê de hatiye ragihandin îro hate berdan. Tevî malbatê, endam û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) Yavûz li pêşiya deriyê girtîgehê pêşwazî kirin. Yavûz ê bi kulîlkan hatiye pêşwazîkirin silavên girtiyan ragihand û bi malbata xwe ve derbasî Manîsaya lê dijîn bûn. 
 
Yavûz di sala 1993’yan de lê Êlihê hate girtin û li Amedê ji hêla Dadgah Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparbûna dewletê” hate darizandin û bi cezayê muebetê hate cezakirin. Yilmaz bi dorê li girtîgehên Êlih, Amasya, Aydin, Bûca û Bolûyê de hat ragirtin.  
 
Yavûz ê 3 meh berê înfazê temam kir lê ji ber ferzkirina poşmantiyê ya lijneya îdare û çavdêriyê qebûl nekir, berdana wî 3 mehan hatibû taloqkirin.