Ji Jîn Artê banga konsera mezin

  • rojane
  • 09:00 16 Gulan 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Jîn Art, wê bi orkestraya Rastak û NÇM'ê di 20'ê gulanê de konsereke mezin li dar bixe. Ji bo konserê banga tevlibûnê hat kirin. 
 
Jîn Art Huner ku di 11'ê gulanê de li Semta Basmane ya navçeya Konak a Îzmîrê hat vekirin, wê starta xebatên xwe bi konsereke mezin bide. Jîn Art, wê bi hevkariya Organîzasyona Sanatçayê di 20'ê gulanê de bi orkestraya koma îranî Rastak û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) konserekê li dar bixe. Konser wê li Şanoya Derve ya Kultur Parkê bê lidarxistin. Ji bo konserê 4 hezar bilêt hatin çapkirin. Heya niha 3 hezar bilêt çûne. 
 
Berpirsa Herêma Egeyê ya Jîn Artê Mehtap Alîşan anî ziman ku ew li bendê ne ku ji bajarên din jî beşdarbûyîn çêbibe û got ku bilêt li Konakê li Cafeya Ma û BoneMa Cafeyê û li Alsancakê jî li Faus Cafe û Hayyam Cafeyê û Jîn Artê tên peydakirin. Alîşanê da zanîn ku ew bilêtan bi awayekî online jî difiroşin. 
 
Alîşanê diyar kir ku ew ji bo konserê bi kelecan in û banga tevlibûnê kir.