ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 15 Gulan 2024
  • |
img
* Rêveberê Anka-Derê Dogan Şenses ji bo konsera ku dê di çaçroveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de li dar bixin, banga tevlîbûnê kir. 
 
* Hevserokê MATÛHAYDER'ê Mehmet Şafî Erol ku ji bo bidawîbûna tecrîdê bang têkoşînê kir, got: "Werin em bi hev re vê meşa azadiyê bilind bikin." 
 
* Hevserokên Egîtîm Sen a Şaxa 2'yan a Amedê Dûygû Ozbay û Serhat Kiliç, diyar kirin ku çavkaniya tundiya di perwerdehiyê de polîtîkayên desthilatê ne û gotin ku çareserî bi guherandina pergalê pêkan e. 
 
* Dayikên Aştiyê yên Bedlîsê, bal kişandin ser agahînegirtinê ya ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Ger dema di meha ewil a agahînegirtinê de me dengê xwe derxista, tecrîd wê nehata vê astê. Lewma xwedîderketineke xurt divê." 
 
* Li Dîlokê Meryem Bozkûrt a hevjînê wê kurd û ew tirk, bi temaşekirina Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe ya 9 salî Gulaçiya kir. 
 
* Li Wanê nûnerên rêxistinên sivîl ên çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî didomînin, destnîşan kirin ku divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. 
 
* Ayhan Kevser anî ziman ku ew ji kurê xwe yê di çalakiyê de ye tu agahiyan nagire û wiha bang li her kesê kir: “Bibin dengê girtîgehan.”
 
*Têkildarî Cejna Zimanê Kurdî dê li Sêrt, Êlih, Cizîr, bajarên Serhedê, Îzmîrê û Stenbolê hin cure çalakî û aktîvîte dê bên kirin. (10.00 - 20.00) 
 
* Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan û parêzerên partiyê dê têkildarî Doza Kobanê li Navenda Giştî ya partiyê daxuyaniyê bidin (11.00) ZINDÎ
 
* OHD, ÎHD û baro dê têkildarî Cejna Zimanê Kurdî li Amed, Stenbol û Enqereyê li ber avahiyên edliyeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00 -12.30) 
 
* Platforma Zimanê Kurdî dê li Amedê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan têkildarî Cejna Zimanê Kurdî li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00) ZINDΠ
 
* Têkildarî Cejna Zimanê Kurdî di pêşengtiya MED-DER’ê de bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê li Parka Roboskê meş were lidarxistin. (12.00) ZINDΠ
 
* TTB, KESK, DÎSK, TMMOB dê li Çaglayanê li ber Edliyeya Stenbolê piştî têkildarî qedexekirina Qada Taksîmê daxuyaniyê bide çapemeniyê dê giliyê bike. (13.00) 
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê dê di roja 104’emîn de berdewam bike. (15.00 - 17.30) 
 
* Li Amedê di çarçoveya aktîvîteyên Cejna Zimanê Kurdî dê dê li ÇandAmedê şeva Bîranîna Celadet Elî Bedirxan û Merasîma Plaketê were lidarxistin. (17.30) ZINDÎ