Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin

  • rojane
  • 21:14 14 Gulan 2024
  • |
img
STENBOL - Doza rojnamevan Mehmet Ferhat Çelîk û Osman Akin, ji ber dadger li betalneyê bû, hat taloqkirin. 
 
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan Osman Akin ji ber îdiayên Sedat Peker ên der barê xwediyê Koma Çapemeniyê ya Tûkûvazê Serhat Albayrak kiribûn nüce, doz li wan hatibû vekirin.
 
Danişîna 4'an a dozê îro li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 2'yan a Stenbolê hat lidarxistin. Ji ber ku dadgerê dozê li betlaneyê bû doz taloqî 24'ê Cotmehê hat kirin.