Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan

  • rojane
  • 16:03 14 Gulan 2024
  • |
img
AMED - Halîs Tekîn ku 30 salan di girtîgehê de bû, ji Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê hate berdan. 
 
Halîs Tekîn (50) ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê dihat ragirtin û 30 sal in girtî bû, tehliye bû. Malbata Tekîn û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) Tekînl i pêşiya girtîgehê bi çepik û tililiyan pêşwazî kir. Tekîn li vir axaftineke kin kir û got ku silavên hemû girtiyan hebûn. Piştre jî Tekîn li gel malbata xwe derbasî mala xwe ya li Amedê bû. 
 
TEKÎN KÎ YE?
 
Tekîn, di sala 1994'an de hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin. Dadgehê, bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê da Tekîn. Tekîn di van 30 salên xwe yên girtî de li girtîgehên Amed, Êlih, Mêrdîn û Midyadê ma. Tekîn ê ku di 20 saliya xwe de ketibû girtîgehê, di 50 saliya xwe de tehliye bû. Di heman demê de Tekîn di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt.