ROJEVA 13'Ê GULANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 13 Gulan 2024
  • |
img
 
* Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Îshak Demîrek, diyar kir ku xwe amade dikin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bidin û wiha got: “Em li bendê ne ku hemû saziyên hiqûqê yên demokratîk û raya giştî di vê mijarê de di nava hestiyariyê de bin. 
 
* Parêzer Destûna Yildiz, diyar kir ku Lijneyên Çavdêriyê û Îdarî (ÎGK) xwe dixin şûna dadgehan û li şûna dadgehan der barê girtiyan de ceza dibirin û wiha got: "Endamên lijneyê ji kesên ku cezayê dîsîplînê li girtiyan dibirin û girtiyan di lêgerîna tazî re derbas dikin, pêk tên. Ev bêtir mafan binpê dikin." 
 
* Înfaza girtiya siyasî Ayfer Başlig ku cezayê lê hatiye birîn dê di Sibata 2025'an de xelas bibe, bi hinceta ku beşdarî greva birçîbûnê bûye hat şewitandin.
 
* Meclisa Jinan a DBP’ê dê têkildarî rojeva jinan li avahiya xwe ya li Amedê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDΠ
 
* Malbatên Girtiyan dê li ger girtîgehên li Amed, Êlih, Edene û Mêrsînê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar bixe. (14.00) 
 
* Di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de dê li gelek bajaran hin aktîvîte bên lidarxistin. (11.00-18.00)
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.30) 
 
* Bi boneya salvegera 10’emîn a Komkujiya Somayê dê li ber Bîrdariya Madenvanan a li navçeya Soma ya Manîsayê daxuyanî were dayîn. (18.30) 
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê dê têkildarî Doza Kobanê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyaniyê bide. (18.30)