Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir

  • rojane
  • 14:44 11 Gulan 2024
  • |
img
AMED - “Komxebata Weşangerên Kurd” ku ji aliyê Însîyatîfa Weşangerên Kurd û Tora Lêkolînên Kurdî ve tê lidarxistin, dest pê kir.
 
Komxebata Weşagerên Kurd ku Însîyatîfa Weşangerên Kurd û Tora Lêkolînên Kurdî bi awayekî hevpar li dar dixe û dê du rojan berdewam bike dest pê kir. Di komxebata li cihekî navçeya Sûrê were lidarxistin de pankarta “Komxebata Weşangerên Kurd” hate daliqandin. Komxebata ku gelek weşanxane beşdarbûn dê bi 8 rûniştinan bi dawî bibe. 
 
Di nava rojevên sereke yên komxebatê de “Pirsgirêkên rêxistinî yên Weşangeriya Kurdî û Mekanîzmayên Çareseriyê”, “Xebatên Lobîkirin û Fînansmanî: Weşangeriya Kurdî û Şaredarî û Wezareta Çandê” û “Di Standartkirina Zimanê Kurdî de Rola Weşanxaneya Kurdî” hene.
 
Komxebat bi nîqaşên beşdarvanan didome.