ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 11 Gulan 2024
  • |
img

* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, berî ku biçe di bin navê "lêçûnên temsîl û ezimandinê" de bi 769 hezar TL'yan çerez, çîqolata û tiştên vexwarinê kiriye. Bi giştî 267 kîlo çerez hatiye kirîn. 

 
* Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz ku got "Diviyabû me îro behsa azadiya Abdullah Ocalan bikira, lê hê jî em behsa tecrîdê dikin" xwest xwedî li çalakiyan bê derketin. 
 
* Alîkarê Dîrektorê IPI'yê Scott Grîffen diyar kir ku desthilat çapemeniya kurd hedef girtiye û xwest ku 3 rojnamegerên di 26'ê Nîsanê de hatin girtin demildest bên berdan.
 
* Rêveberê ARSÎSA'yê Şevket Acar diyar kir ku polîtîkayên desthilatan ên li hemberî kurdî negihaştine armanca xwe û got ku ne tenê rojek, divê 365 roj bi kurdî be.
 
* Sehafên Taxa Beyê ya dîrokî ya Dîlokê hî nesîbê xwe ji krîza aborî girtine. Sehafan got ku pirî caran bêyî serfetihê bikin dikanên xwe digirin.
 
* Di encama lêdana wesayîtên leşker û polîsan de di nava 16 salan de herî kêm 25 zarokan jiyana xwe ji dest da. Di piranî dozên têkildarî kuştinan hatin vekirin de faîl bi bêcezatiyê hatin xelatkirin.  
 
* Rêxistinên Ekolojiyê dê li ÇandAmedê konferansê li dar bixin. (10.00) 
 
* Malbatên windkariyan û ÎHD dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe bidomînin. (12.00) 
 
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 998’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê bên bahev. (12.00)
 
* Endamên TJA’yê dê li Wanê îşkenceya li Sîbel Orkmen û Sedanûr Ûgûr ên li Îzmîrê dema protestoyên Wanê de hatibûn binçavkirin hatiye kirin şermezar bikin û li ber avahiya DEM Partiyê ya Bajêr daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00) 
 
* Li Êlihê dê gelek sazî bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji Kolana Hunerê ber bi Parka Yilmaz Guney ve bimeşin û daxuyaniyê bidin. (13.00) 
 
* ÎHD û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê daxuyaniyê bidin. (13.00-13-30)
 
* Weqfa Wijdanê de li çarçoveya aktîvîteyên Roja Dayikan de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û Emîne Şenyaşarê li Navenda xwe ya Giştî bikin mevan. (14.00-18.00) 
 
* Li semta Basmane ya navçey Konak a Îzmîrê dê Jîn Art Huner were vekirin. (14.00) 
 
* Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê dê bidome. (15.00-17.30) 
 
* Bi boneya bîranîna Hozan Mizgînê dê JINMA li Şanoya Bajêr a Amedê konserê li dar bixe. (16.00) Hozan Mizgîn dê li Tetwanê jî di pêşengtiya Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê de were bibîranîn. (19.00) 
 
* Amedspor dê Merasîma xwe ya Kûpayî li Stadyûma Tahîr Elçî li dar bixe. (17.00)